NÛÇEYÊN KURDÎ

CÎGIRA HEVSEROKA GIŞTÎ YA DBP’Ê ÎLBASAN HATE GIRTIN

Cîgira Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekîye Îlbasan ku li Amedê hatibû binçavkirin, hat girtin.

CÎGIRA HEVSEROKA GIŞTÎ YA DBP’Ê ÎLBASAN HATE GIRTIN

Cîgira Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekîye Îlbasan ku li Amedê hatibû binçavkirin, hat girtin.

Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Zekîye Îlbasan a di çalakîya duh a bi boneya salvegera derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûrîyeyê li Amedê pêk hat de hatibû binçavkirin, piştê karên wê yên li Midûrîyeta polêsan îro sewqê edlîyeyê hat kirin.

Îlbasan bi îdîaya 'li hemberê polêsan li ber xwe daye' li dadgehê hat girtin. Îlbasan birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê. Li Amedê ji 104 kesên ku di çalakîyan de hatibûn binçavkirin 103 kes piştê îfadeya wan serbest hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.