NÛÇEYÊN KURDÎ

DI GULANA 2022’AN DE LI AMEDÊ BI GIŞTÎ 86 KARGEH HAT GIRTIN

Hat ragihandin ku hejmara fîrma, kooperatîf û kargehên bazirganîyê yên di meha Gulanê de li Amedê hatin avakirin, bi giştî 165 e.

DI GULANA 2022’AN DE LI AMEDÊ BI GIŞTÎ 86 KARGEH HAT GIRTIN

Hat ragihandin ku hejmara fîrma, kooperatîf û kargehên bazirganîyê yên di meha Gulanê de li Amedê hatin avakirin, bi giştî 165 e.

Yekîtîya Ode û Borseyên Berhemên Tirkîyeyê (TOBB) îstatîstîkên şirîketên ku di Gulana 2022’an de hatine avakirin û girtin eşkere kir. Li gor daneyên ku hatin eşkerekirin, hat dîyarkirin ku di meha Gulanê de li Amedê 146 fîrma û 16 kargehên bazirganîyê hatin vekirin. Di raporê de hat dîyarkirin ku 13 fîrma û 5 kargehên bazirganîyê hatin girtin. Hat dîyarkirin ku li Amedê di 5 mehên ewil ên sala 2022an de 62 fîrma, kooperatîfek û 23 kargeh hatin girtin. Di heman heyamê de hat dîyarkirin ku 610 şirket, 9 kooperatîf û 120 kargehên bazirganîyê hatine vekirin. Her wiha hate dîyarkirin ku li Amedê di 5 mehên ewil ên sala 2022an de 88 şirîket û 3 kooperatîf hatine tasfîyekirin. Li gor daneyên 5 mehên ewil ên sala 2021an ên li Amedê, di çarçoveya van daneyan de, îsal hejmara kargehên ku hatine vekirin kêm bûne. Di hejmara kargehên ku hatin girtin an tasfîye kirin de jî zêdebûnek hat dîtin.

Hat dîyarkirin ku li tevahîya Tirkîyeyê tenê di Gulana 2022an de, li gor sala borî ji sedî 259,7 di hejmara şirîketên girtî de, ji sedî 671,4 di hejmara kooperatîfên girtî de û ji sedî 122,2 jî di hejmara kargehên bazirganîyê yên kesên rasteqîn de ji sedî 122,2 zêde bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.