NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇALAKIYA "KHKYÎ WÊ BIÇE, EM Ê BIMÎNIN" DI HEFTEYA 40. DE YE

Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Platforma Şaxên Amedê di 40emîn hefteyê de li Parka Hazal a Taxa Yenîşehîrê careke din hatin cem hev.

ÇALAKIYA

Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Platforma Şaxên Amedê di 40emîn hefteyê  de li Parka Hazal a Taxa Yenîşehîrê careke din hatin cem hev.

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cemawerî ya Pîşesazî û Madenê ya Amedê (ESM) Sefer Tugrul beyanat da û got rêveberiya hikûmetê rêbaza xwe ya li ser bingeha bêhiqûqî û neheqiyê berdewam dike.

Tûgrûl diyar kir ku hikûmetê zextên xwe yên li ser karker, sendîka, odeyên pîşeyî û rêxistinên girseyî yên demokratîk zêde kirine û got, "Wan me neçar kirin ku dest ji têkoşîna ked û demokrasiyê berdin û dixwazin civakeke ji wan re tenê  bîat dikin ava bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.