NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 773AN DE AQUBETA ENDER TOGCU HAT PIRSÎN

Di hefteya 773'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" ya Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, aqûbeta Ender Togcu ê li Amedê 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn.

640

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz di çalakîyê de axivî û got, “Hefteya borî rapora Sazîya Tipa Edlî ya derbarê girtîya nexweş Makbule Ozer a 81 salî de, wijdan birîndar kir.

Ev yek carek din asta binpêkirina mafan a girtiyên nexweş ve eşkere dike. Hin daxuyanî û belavokên ku ji alîyê Wezareta Dadê ve hatine dayîn, ne di wê rewşê de ne ku pirsgirêka heyî çareser bikin. Bi guhertina xalên têkildar ên Qanûna Înfazê re, divê ATK êdî derbarê girtîyên nexweş de nebe desthilatdarîya yekane û dîyarker. Divê şert û mercên jîyanê yên li girtîgehên Tirkîyeyê li gorê pîvanên hiqûqî yên

navneteweyî bên çêkirin." Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Ender Togcu parve kir û dîyar kir ku Togcu zewicandî û bavê zarokekî ye, di 29'ê Mijdara 1994'an de hat binçavkirin û tevê hemû serlêdanên malbatê careke din ti agahî jê nehat girtin. Çalakîya Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê ya vê hefteyê, ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin û di cînayetên kiryar nedîyar de hatin qetilkirin bi çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.