NÛÇEYÊN KURDÎ

CEJNA QURBANÊ, BETLANEYA HAVÎNÊ Û BÎHAYÊ NEFTÊ BIHAYÊN BÎLETÊ ZÊDE KIRIN

Şirîketên otobûsan ên Amedê, piştê li pey bilindbûna neftê bihayê bilêtên xwe zêde kirin.

CEJNA QURBANÊ, BETLANEYA HAVÎNÊ Û BÎHAYÊ NEFTÊ BIHAYÊN BÎLETÊ ZÊDE KIRIN

Şirîketên otobûsan ên Amedê, piştê li pey bilindbûna neftê bihayê bilêtên xwe zêde kirin. Ji ber ku dibistan girtî ne, Cejna Qurbanê nêzîk dibe û lîtreya mazot û benzînê ji 30 TL’yê derbas dibe, şirîketên otobûsan wek li tevahîya Tirkîyeyê û li Amedê jî bihayê bilêtên xwe zêde kirin. Bihayê bilêta ji Amedê heta Enqereyê ku berîya bihabûna dawîn 400 TL bû, bû 500 TL, ji Amedê heta Stenbolê jî 500 TL bû 600 TL. Rayedarên fîrmayên otobûsan ên ku em pê re axivîn, dîyarkirin ku ew jî neçar in û wiha gotin; “Mazot û benzîn 30 TL’yê derbas kir û heqê otobanê jî zêde bû. Ji ber ku lêçûnên me zêde bûn, em neçar man ku bihayê bilêtan zêde bikin.” Li alîyê din hat dîyarkirin ku ji ber betlaneya dibistanan û nêzîkbûna Cejna Qurbanê, li Otogara Amedê him di rêyên hatinê û him jî di çûyînê de qelebalix heye.

Bihayên otobûsên navbajaran ên ji Amedê diçin wiha ne:

Amed - Enqere: 500 TL

Amed - Antalya: 500 TL

Amed - Êlih: 50-80 TL

Amed - Dêrsim: 180 TL

Amed - Stenbol: 600 TL

Amed - Îzmîr: 600 TL

Amed – Mêrdîn: 100-150 TL

Amed - Riha: 120 TL

Amed - Wan: 300 TL

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.