NÛÇEYÊN KURDÎ

CEMÎL ÇÎÇEK: DIVÊ ÇAVKANÎYÊN PEREYÊ TERÎQETAN BÊ KONTROL KIRIN

Wezîrê berê yê Edaletê û serokê berê yê Meclîsê Cemîl Çîçek, derbarê îstîsmara cinsî ya keça Yusuf Zîya Gumuşel ê damezrînerê Weqfa Hîranûr a girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga û di 6 salîya xwe de di bin navê 'zewacê' de hat kirin de daxuyanî da.

Çîçek ji nivîskarê Halk TV Îsmaîl Saymaz re axivî û diyar kir ku beşeke girîng a avahiyên mîna vê weqfê ne qeydkirî ne û wiha got, “Pêdivî ye ku çavkaniyên pereyan werin kontrol kirin. Ev pere ji ku tên, li ku tên xerckirin?” Li aliyê din Çîçek destnîşan kir ku divê çavdêrî di bin berpirsyariya Serokatiya Karên Diyanetê de be. Çîçek derbarê doza ku li Yusuf Zîya Gumuşel ê damezrînerê Weqfa Hîranûr hatîye vekirin de jî wiha dîyar kir, “Divê daraz tiştê ku rast e bike. Divê em jîngehek ku dadgerî tê de karê rast bike, amade bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.