GÜNDEM

CEMÎYETA ROJNAMEGERAN: EM Ê LI DIJÎ ZEXT, ZINDAN Û CEZAYAN SERÎ NETEWÎNIN

Serokê Cemîyeta Rojnamegeran Nazmî Bîlgîn li dijî "Qanûna sansurê" ya ku di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin bertek nîşan da.

CEMÎYETA ROJNAMEGERAN: EM Ê LI DIJÎ ZEXT, ZINDAN Û CEZAYAN SERÎ NETEWÎNIN

Serokê Cemîyeta Rojnamegeran Nazmî Bîlgîn li dijî "Qanûna sansurê" ya ku di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin bertek nîşan da.

Pêşnûmeya ku di nav raya giştî de wek "Qanûna Sansûrê" tê binavkirin û li ser malperên înternet û medyaya civakî mueyîdeyên nû tîne, do li Lîjneya Giştî ya Meclisê bi dengên AKP û MHPê hat qebûlkirin. Cemîyeta Rojnamegeran li ser "qanûna sansurê" daxuyanîyeke nivîskî weşand. Serokê Komeleyê Bîlgîn, derbarê qanûnê de wiha got; “Me bi mehan hem li Meclîsê û hem jî li gelek platforman gelek caran teqez kir ku ev qanûn di dîroka welatê me de binpêkirina herî giran a azadîya çapemenî û derbirînê ye, guh nedan û ev pêşnîyar, niha bû qanûn. Wê kabûsa sansûr û cezakirinê bi ser me de biçe, lê wekî me do jî got em rojnameger serê xwe natewînin. Ti qanûn û rêzikname li dijî azadîya me ya destûrî nikare rê li me bigire ku em rastîyê ji bo berjewendîya giştî bînin ziman. Em ê li hemberê sansur, zext, zindan û cezayan serî netewînin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.