NÛÇEYÊN KURDÎ

CENAZEYÊ AZAD DEMÎRAL JÎ DI ÇEMÊ MÛNZÛRÊ DE HAT DÎTIN

Ji sê kesên ku ketibûn Çemê Mûnzûrê cenazeyê Azad Demîral hat dîtin.

CENAZEYÊ AZAD DEMÎRAL JÎ DI ÇEMÊ MÛNZÛRÊ DE HAT DÎTIN

Ji sê kesên ku ketibûn Çemê Mûnzûrê cenazeyê Azad Demîral hat dîtin.

Berîya niha bi çend rojan jî cenazeyê her du ciwanên din hatibûn dîtin.  Sê ciwanên ji Amedê çûbûn navçeya Pulura Dêrsimê, di 21’ê nîsanê de siwareya wan ketibû Çemê Mûnzûrê.Cenazeyê her sê kesan jî winda bûbûn. 

Cenazeyê Baran Asltantaş di roja 16’emîn de û cenazeyê Mehmetcan Demîral jî di roja 19’emîn de hatibûn dîtin.  Di roja 23’yemîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Azad Demîral hat dîtin. Cenazeyê Demîral ji bo otopsîye rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Piştî cenaze hatin dîtin xebata lêgerînê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.