NÛÇEYÊN KURDÎ

CENAZEYÊ MELÎKE ALP JI BIN KAVILÊN DÎYAR GALERÎYA HAT DERXISTIN

Yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp, di bin kavilên Dîyar Galeria ya ku li Amedê hilweşîya bû de jîyana xwe ji dest da.

Komeleya Jinan a Rosa ji ber wefata Melîke Alp ji malbatê re sersaxî xwest. Di daxuyanîya li ser hesabê twitterê yê komeleyê de  wiha hat gotin, “Me yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz, Yekemîn Komeleya Tevgera Jinên Kurd, Yekemîn Komîsyona Jinan a HADEP’ê û aktîvîsta mafên mirovan Melîke Alp winda kir. Em pir xemgîn in. Em sersaxîyê ji malbat, hezkirîyên wê û hemû parêzvanên mafên mirovan re dixwazin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.