NÛÇEYÊN KURDÎ

CENTCOM: LI HEMBER ÊRÎŞÊN KETAÎB ME GELEK ÊRÎŞ PÊK ANÎ

Li hember êrîşa li ser Balafirgeha Hewlêrê ku di encamê de 3 leşkerên Amrîkayê birîndar bûn, artêşa Amrîkayê li Iraqê li dijî hedefên koma milîsên Ketaîb Hîzbullah a ku Îran piştgiriya wan dike, êrîşek esmanî pêk anî.

Di daxuyanîya Fermandarîya Navend ya Amrîkayê (CENTCOM) de wiha hat gotin, "Li hember êrîşên gelek zêde yên li dijî hêzên koalîsyon ên li Iraq û Sûrîyê, Hêzên Çekdar ên Amerîkayê li Iraqê di 25 Berfanbarê saet 20:45’an de ji gelek navendên Ketaîb Hîzbullah û tîmên girêdayê wê re êrîşên hewayî pêk anîn.

” CENTCOM dîyar kir ku tesîsên ku di êrîşên esmanî de hatine hedefkirin "rûxandine" û gelek çekdarên Ketaîb Hîzbullah hatine kuştin û destnîşan kir ku di operasyonê de sivîl zirar nedîtine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.