GÜNDEM

LI RIHAYÊ MOTOSIKLET Û TIR LI HEV QELIBÎ! KESEK MIR

Li navçeya Eyyubîyeyê ya Rihayê ajokarê motosikletê ku bi tirekî re li hev qelibîn, jîyana xwe ji dest da.

LI RIHAYÊ MOTOSIKLET Û TIR LI HEV QELIBÎ! KESEK MIR

Li navçeya Eyyubîyeyê ya Rihayê ajokarê motosikletê ku bi tirekî re li hev qelibîn, jîyana xwe ji dest da.

Qeza li ser rêya Kanîya Xezalan-Rihayê de pêk hat. Motosikleta ku Yasîn Çîftçî ajokarê wê bû bi tira ku S.O. ajokarîya tirê dikir, li hev qelibîn. Di qezayê de tevê motosikletê Yasîn Çîftçî di bin tirê de ma û bi awayekî giran birîndar bû. Çiftçî ji alîyê ekîbên agirtef ve ji binê tirê hate derxistin û ji bo dermankirinê Çîftçî rakirin nexweşxanê. Çîftçî digel hemû dermankirin û midaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.