NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ŞEWATA KARGEHÊ DE 8 HEZAR ÇARMETIR QADA GIRTÎ ŞEWITÎ

Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (DOSB) di febrîqeya ku şewat çêbû de, xebatên tesbîtkirin û paqijkirinê tên kirin.

DI ŞEWATA KARGEHÊ DE 8 HEZAR ÇARMETIR QADA GIRTÎ ŞEWITÎ

Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (DOSB) di febrîqeya ku şewat çêbû de, xebatên tesbîtkirin û paqijkirinê tên kirin.

Di bîlançoya şewatê de hat dîyarkirin ku qadeke 8 hezar çarmetir şewitîye û cihê şewatê jî navenda hilberîna tozê ye. Serokê Lîjneyê ya febrîqeyê Mehmet Cansiz dîyarkir ku li gor texmîna wan, şewat ji ber elektrîka statîk a di qazana li qada hilberîna tozê de derketîye û pergala hewayê jî şewatê xurttir kirîye. Cansiz wiha berdewam kir; "Beşê şewitî beşa madeya xam bû, yanî qada hilberîna tozê bû. Ji ber vê yeke, şikir ji xwedê re tiştek bi qada me ya din a mezin nehat. Ti pirsgirêkek ku bandorê li tenduristîya kesê bike tune ye. Ji duh ve her kes ji nexweşxaneyan derketin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.