NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HERÊMA KURDISTANÊ DENGDANA JI BO HILBIJARTINÊN TIRKİYÊ DEST PÊ KİR

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê 5ê Gulana 2023 li Herêma Kurdistanê û Iraqê proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê dest pê kir.

LI HERÊMA KURDISTANÊ DENGDANA JI BO HILBIJARTINÊN TIRKİYÊ DEST PÊ KİR

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê 5ê Gulana 2023 li Herêma Kurdistanê û Iraqê proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê dest pê kir.

Îro li Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, dengdan ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiye dest pê kir.

Li Hewlêrê ji demjmêr 09:00ê sibehê ve li Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, derî ji bo dengdanê hat vekirin daku welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin, ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê dengê xwe bidin.

Serkonsulê Tirkiyê yê Hewlêrê, Mevlut Yakut îro di daxuyaniyekê de bo medyayê bang li welatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir, ku beşdariyê di dengdanê de bikin û mafê xwe yê demokratîk bikar bînin.

Mevlut Yakut li ser pirsa Rûdawê ragihand, li deriyên sînorî yê Îbrahim Xelîl, Girane û Serzêrê jî dengdanê dest pê kiriye.

Li gor daneyên Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê 5 hezar û 738 welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye ku tenê li Herêma Kurdistanê mafê dengdanê yê 3 hezar 834 welatiyên kesan heye.

Li Iraqê jî dengdan li Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê û Konsulxaneya Tirkiyê ya li Besrayê birêve diçe.

Dengdana li Herêma Kurdistanê û Iraqê dê heta roja Yekşemê 7ê Gulanê berdewam be û welatî dikarin di navbera saet 09:00 heta 21:00 de deng bidin.

Desteya Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ragihandiye, di hilbijartinên 14ê Gulanê de, 3 milyon û 416 hezar û 98 kesan li derveyî welat mafê wan ê dengdanê heye.

YSK ji bo wan dengderan, li 73 welatan û 156 cihan sindoqên dengdanê danîne.

Dengdana derve ya bo hilbijartinên Tirkiyê di 27ê Nîsanê de dest pê kir û dê heta 9ê Gulanê dom bike.

Desteya Bilind ya Hilbijartina ya Tirkiyê (YSK) ragihandiye ku li derveyî Tirkiyê heta niha zêdetirî milyonek kes çûne ser sindoqan û deng dane.

Eger hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê bimîne bo gera duyem, dengderên derveyî welat dikarin di navbera 20-24ê Gulanê de careke din dengê xwe bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.