NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇEWLIG WÊ BI QEDEXEYAN BIKEVE SALA NÛ

Walîtîya Çewligê bi biryara di rojên xebatê yên dawî yên salê de wê sala nû bi qedexeyan dest pê bike.

ÇEWLIG WÊ BI QEDEXEYAN BIKEVE SALA NÛ

 

Di daxuyanîya nivîskî ya walîtîyê de wiha hat gotin: “Her çalakî, kombûn, meş, daxuyanîyên çapemenîyê, grevên birçîbûnê, çalakîya rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, konên ku li cîhên vekirî tên vedan, sazkirin, belavkirina belavok, daliqandina afîş û pankartan bi hinceta ku ewlekarîya can û mal, parêzbendîya kesane, ewlekarî û refaha gel wê zehmet bibe, di nav sînorên bajar û navçeyên me de (herêma cendirmeyan jî tê de) ji 26 Berfanbar saet 23:59an heta 1 Çile saet 23:59an bi tevahî 6 roj qedexe ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.