NÛÇEYÊN KURDÎ

CHP: JI BO JINAN PARLEMENTOYA HERÎ TARÎ HAT AVAKIRIN

Serokên Şaxa Jinan a CHPê derbarê hilbijartinên Serokkomarîyê yên li 81 bajaran, daxuyanîyeke hevdem a çapemenîyê li dar xistin.

CHP: JI BO JINAN PARLEMENTOYA HERÎ TARÎ HAT AVAKIRIN

Serokên Şaxa Jinan a CHPê derbarê hilbijartinên Serokkomarîyê yên li 81 bajaran, daxuyanîyeke hevdem a çapemenîyê li dar xistin.

Seroka Şaxa Jinan a Bajêr ya CHPê Arzû Ozdogan, di civîna çapemenîyê ya ku li ber avahîya CHPyê ya Amedê hat lidarxistin de axivî û dîyar kir ku ew wek welat di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got, "Ji bo qedera welatê me du roj mane.

Tifaqa Cumhûr veguherîye koalîsyona dijminê jinê. Bi tevlêbûna HUDA PARê ya baskê sîyasî ya Hîzbullah a rêxistina terorê û Partîya Refahê ya ku çav berda ye hemû destkeftîyên jinan, di dîroka komarê de ji bo jinan parlementoya herî tarî hatîye avakirin.” Ozdogan, anî ziman ku jin di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û wiha li axaftina xwe zêde kir, “Dixwazin mafên ku me bi Qanûna Medenî bi dest xistine ji destên me bigirin.

Ew hewl didin ku pirjinîyê teşwîq bikin. Dixwazin em bi desteserkirina mafên xwe yên hemwelatîbûna wekhev bibin hemwelatîyên pola duyemîn. Eşkere ye ku parlamenterên Tifaqa Cûmhûr ên ku berîya erka xwe werbigirin, di meclîsê de wê çawa bimeşin eşkereye.

Ew kesên ku bi westandin û bêhêvîbûn difikirin ku wê neçin ser sindoqan, bila careke din bibînin ka em li dijî çi ne. "Roja me ya îro û paşeroja me di bin tehdîdê de ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.