NÛÇEYÊN KURDÎ

CIVÎNA ŞÊWRÊ YA LÎDASDER Û BORSAYA BAZIRGANÎ YA AMEDÊ

Borsaya Bazirganî ya Amedê (BBA) û Komeleya LIDASDER ên Amedê bi Xwedîyên Depoyên Destûrdar ên li bajêr re hatin cem hev û derbarê depokirina bi lîsans de civîneke şêwirmendîyê pêk anîn.

CIVÎNA ŞÊWRÊ YA LÎDASDER Û BORSAYA BAZIRGANÎ YA AMEDÊ

Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl di vekirina civînê de axivî û dîyar kir ku li Amedê 24 depoyên xwedî lîsans û kapasîteya wan 891 hezar û 650 ton hene û 13 ji wan bi kapasîteya 444 hezar û 500 ton bi awayekî aktîf dixebitin. Li alîyê din Serokê LÎDASDER'ê Serdar Genç, dîyar kir ku pergala depokirina bi lîsans di berhemên çandinîyê yên demdirêj ên wekê dexl, dexl û tovên rûn de ku xwedî girîngîyeke stratejîk in, sûdeke girîng dide. Di berdewamîya axavtina xwe de jî Serdar Genç, dîyar kir ku “Ev sîstem di warê domandina peydakirina hilberê û dabînkirina aramîya bihayê de di warê çandinî û aborîya welatê me de, ew ê di heyama navîn û dirêj de jî bibe beşeke girîng a sektora çandinîyê.” Piştê axaftinan, derbarê Depokirina Bi Lîsans de bi Xebatkarên Depoyên Destûrdar re şêwirên hevpar hatin kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.