NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AGIR BI KARGEHEKÊ KET! 2 KES JI DÛMANÊ ÊŞÎYAN

Li Amedê di qata 4emîn a avahîyeke 6 qatî de, di buroyeke vala de şewat derket. Di bûyera şewatê ya ku 2 kes ji dûmanê êşîyan de, bi mudaxeleya wezîfedaran di demeke kin de hat vemirandin.

Serê sibê ji ofîsa vala ya li qata 4emîn a navenda karsazîya 6 qatî, ya li kêleka Edlîyeya navçeya Yenîşehîrê, dûman hilkişîya.

Li ser agahdarkirinê di demeke kin de agirtef hatin cihê bûyerê û wezîfedarên avahîyê jî, ji hundir ve mudaxele kirin.

Di vê navberê de dema ekîban xebatên vemirandine didomandin de, 2 kes ji dûmanê bandor bûn. Rayedarên tenduristîyê mudaxeleyê 2 kesên ku hatin derxistin kirin. Di dema şewatê û piştê şewatê de çi qewimî li kamerayan xuya bû. Sedema şewatê tê lêkolînkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.