NÛÇEYÊN KURDÎ

SES AMED: NEXWEŞXANE, NE CÎHÊ TATMÎNKIRINA EGOYA RÊVEBIRAN E

Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) pirsgirêkên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl diqewime ji raya giştî re eşkere kir.

SES AMED: NEXWEŞXANE, NE CÎHÊ TATMÎNKIRINA EGOYA RÊVEBIRAN E

Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) pirsgirêkên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl diqewime ji raya giştî re eşkere kir.

Şaxa Sesê ya Amedê derbarê pirsgirêkên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê diqewimin û nehatine çareserkirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyanîyekê belav kir û dîyar kir ku bijîjkê sereke yê nexweşxaneyê bi “Egoîst”î tevdigere û wiha got, “Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl, bi egoya îdarevanan tê birêvebirin.

Bijîşkê sereke ku bi hinceta zêde qelebalixe daxwazên me yên randevûyê red dike, ji ber mijareke ku ji Cimer re gilî hatibû kirin, yekîneya Gaza Xwînê ya Lênêrîna ku divîyabû nehata girtin, girtîye.

Gaza xwînê ceribandinek e ku divê tavilê were meşandin. Lê belê gazên xwînê li hemû beşan, tevî lênêrîna giran, bi şev bi girseyî tên laboratuara lezgîn û bi saetan di şert û mercên xebatê de tên hiştin. Ev heyama bendê dibe sedem ku encama gaza xwînê nerast be. Van encamên nerast ji bo nexweşên di lênihêrîna giran de ne dibe ku bibe sedema dermankirina netemam an xelet. Nexweşxane ne ew cihên ku rêveber dikarin egoya xwe têr bikin. Em daxwaz dikin ku ev kiryara ku tenduristîya gel tehdîd dike, demildest bê terikandin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.