NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWAN HACO: DIVÊ HUNERMEND Û REWŞENBÎR BANGA ÎTÎFAQÊ BIDIN

Ciwan Haco ku yek ji navên girîng ên muzîka Kurdî ye, li ser qedexekirina şano û konsertên bi Kurdî yên vê dawîyê li Tirkîyê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê axivî.

Haco, qedexekirina şano û konsertên bi Kurdî şermezar kir. Ciwan Haco dîyarkir ku li Tirkîyeyê li dijî ziman û çanda Kurdî şer tê meşandin û li ser êrîşên li ser destkeftîyên Kurdan wiha got; "Divê hemû hunermend, rewşenbîr, rojnamevan û rûsipîyên Kurd werin ba hev û banga îtîfaqê bikin. Niha divê em hev biparêzin û yekîtîya xwe pêk bînin." Haco di berdewamîya axaftina xwe de wiha got; "Ez şerê Kurdan ê li dijî Kurdan weke xwekujî dibînim. Divê her kes li dijî şerê navbera Kurdan derkeve. Hiş û ruhê me vê qebûl nake. Divê em biratîya xwe xurt bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.