NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANÊ KU BAVÊ XWE BI KÊRÊ BIRÎNDAR KIRIBÛ HAT GIRTIN

Li Amedê ciwanê ku bavê xwe bi kêrê giran birîndar kiribû, hat girtin. Bûyer 11’ê Hezîranê di li taxa Fabrîka ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê pêk hat.

Di navbera Ûmît Akarsu ku tê îdîakirin tiryakkêş e û bavê wî Mehmet Alî Akarsu de nîqaş derket. Ûmît Akarsu piştê mezinbûna nîqaşê dîya xwe û xwişka xwe di odeyekê de kilît dike û êrîşê bavê xwe dike. Bi kêrê qirik û sînga bavê xwe birîndar dike.

Ûmît Akarsu hat binçavkirin, Mehmet Alî Akarsu piştê mudaxeleya ewil hatibû rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Umît Akarsu yê ku di girtîgehê de mafê xwe yê bêdengîyê bi kar anî, hat girtin û şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku tedawîya Mehmet Alî Akarsu ya di beşa giran de didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.