GÜNDEM

CIWANÊ KU HAT KUŞTIN DERKET HOLÊ KU GUMANBARÊ CÎNAYETEKÊ YE!

Hat dîyarkirin ku ciwanê ku li Amedê di encama êrîşa çekdarî de jîyana xwe ji dest da gumanbarê cînayeta 2 hefte berê ye

CIWANÊ KU HAT KUŞTIN DERKET HOLÊ KU GUMANBARÊ CÎNAYETEKÊ YE!

Hat dîyarkirin ku ciwanê ku li Amedê di encama êrîşa çekdarî de jîyana xwe ji dest da gumanbarê cînayeta 2 hefte berê ye. Di bûyera ku do êvarê li Taxa Selahaddîn Eyyûbî ya navçeya Baglar a Amedê pêk hat de ciwanê bi navê Îbrahîm Ç.  Yê 25 salî ji alîyê kesekî ve li motorsîkletê rastê êrîşa çekdarî hat. Di lêkolîna ekîbên tenduristîyê de hat tespîtkirin ku ciwan jîyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku Îbrahîm Ç. yê ku di encama êrîşa çekdarî de jîyana xwe ji dest da, 14 roj berê li Taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê Oktay B.  yê 27 salî bi kêrê kuştîye. Di derbarê kuştina Îbrahîm Ç. de heta niha ti agahî nehatine parvekirin, lê di derbarê bûyerê de lêpirsîna ku hatibû destpêkirin berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.