NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANÊ KU LI AMEDÊ DI ŞERÊ CÎRANAN DE BIRÎNDAR BÛBÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Mûstafa Sarica yê ku li Amedê di şerê çekdarî yê di navbera malbatên cîran de birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat derman kirin, jîyana xwe ji dest da.

Di bûyera ku duh êvarê li laxa Îkîkûyû ya gundê Buyukakoren ya navçeya Sûrê pêk hat de, bi îdiaya ku ji ber kevirên peyarêyan ku li ber malê hatibûn danîn, di navbera du malbatên cîran de nîqaş derket. Di demeke kin de niqaş veguherî şerê çekdarî û Mûstafa Sarica yê 25 salî bi derba çekê giran birîndar bû.

Sarica ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de kesek hat binçav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.