NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANA 16 SALÎ JI BALKONÊ KET XARÊ Û JÎYANA XWE JI DEST DA

Li navçeya Farqînê keçeke ciwan ku ji balkona mala xwe ket xwarê jîyana xwe ji dest da.

CIWANA 16 SALÎ JI BALKONÊ KET XARÊ Û JÎYANA XWE JI DEST DA

 

Bûyer duh bi şev li Taxa Selahattîn a navçeya Farqîna Amedê li avahîyeke 8 qatî pêk hat.

Hat îdîakirin ku Ravzanur Bûlbûl a 16 salî dema ku li balkona mala xwe ya li qata 7emîn a avahîyê bû, hevsengîya xwe winda kir û ket xarê.

Di kontrola ekîbên tenduristîyê de hat tespîtkirin ku Ravzanur mirîye. Cenazeyê Ravzanur, piştê lêkolîna li cîhê bûyerê ji bo otopsiyê birin morgê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.