NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎDÎAYA KU ‘BI BIRYARA MECLÎSÊ AÎDATA QERTAN TÊ ÎADEKIRIN’ DEREW E

Midûrîyeta Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê ragihand ku îdîaya "Bi biryara Meclîsê vegerandina aîdata qerta kredîyê dest pê kir, hemû welatiyên me dikarin ji vê yekê sûd werbigirin" ne rast e.

Di daxuyanîya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Navenda Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê hat kirin de, hat destnîşankirin ku ev nivîs ji bo xapandinê hatine weşandin û hewl hatîye dayîn ku agahîyên qerta kredîyê ya welatîyan bi rêya lînkên di nivîsan de bên bidestxistin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku derbarê hesabê parvekirinê û malpera înternetê de pêvajoya hiqûqî ya pêwîst hatîye destpêkirin û wiha hat gotin, "ji kiryarên sextekar ên ku bi nav û logoyên sazî û rêxistinên cemawerîyê tên kirin re hişyar bin. Ji bilî ji daxuyanîyên sazîyên fermî, bawerîya xwe bi ti daxuyanî û îdîayên li ser navê sazîyên fermî neynin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.