GÜNDEM

KESK AMED: ME QÎR KIR KU ÎXRAC ANTÎ DEMOKRATÎK Û BÊHIQÛQ IN

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê, di hefteya 56'an de çalakîya xwe ya hefteyî ya li Parka Hazalê ya ji bo radestkirina hevalên wan ên bi biryarnameyên qanûnî bi awayekî derqanûnî hatin îxrackirin, bal kişand ser “têkoşîna sendîkaya civakxwaz a demokratîk.”

Di daxuyanîyê de pankarta li ser wê "KHKyî wê biçe, em ê bimînin!" nivîsandî hat vekirin. Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak daxuyanî xwend û wiha got, “Biryarên keyfî yên Komîsyona Rewşa Awarte niha ji alîyê darazê ve tên dayîn. Zextên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li ser darazê dibe sedem ku bêhiqûqîya biryarnameyê bidome. Ji roja ewil ve me weke KESK’ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedaye û me bi têkoşîna xwe ya hiqûqê qîr kir ku îxrac antî demokratîk û bêhiqûq in. Me li dijî şer aştîyeke birûmet, li dijî mirinê jîyanê, li dijî reş spî, li dijî yekperestîyê pirrengî li dijî tarîyê ronahî parast û em ê parastinê bidomînin jî.”

Orak, anî ziman ku heta hemû kedkarên cemawerîyê yên ji kar hatin derxistin ji nû ve bên vegerandin, wê têkoşîna wan bidome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.