NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎDÎAYA KU ÎRAN TEVLÊ ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ BIBE HAT DEREW KIRIN

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îdîayan ku dibêjin Îran wê tevşê şerê Îsraîl û Filistînê bibe, red kir.

ÎDÎAYA KU ÎRAN TEVLÊ ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ BIBE HAT DEREW KIRIN

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îdîayan ku dibêjin Îran wê tevşê şerê Îsraîl û Filistînê bibe, red kir.

Hat îdîakirin ku Îran di 14ê Cotmehê de bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) peyamek ji Îsraîlê re şandibû û gotibû "Heke hûn êrîşan ranewestînin em ê midaxele bikin.

" Li gor nûçeya malpera Axios a Amrîkayê ku li ser du çavkanîyên dîplomatîk ên ku navê wan nehate dîyarkirin, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahîyan di hevdîtina xwe ya li gel kordînatorê taybet ê pêvajoya aştîyê ya Rojhilata Navîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) Tor Wennesland li Beyrûtê, peyama welatê xwe ragihand.

Kenanî anî ziman ku ew nûçeyên bi vî rengê yên di çapemenîya Amrîkayê de ne girîng in. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna çapemenîyê ya heftane de li ser îdîayên ku di çapemenîya Amerîkayê de tên kirin de axivî û wiha got: "Em guh nadin îdîayên wiha.

Ya rast bersiva hêzên berxwedar ên Filistînê ye ku li hemberê sûcên li dijî mirovahîyê yên sîyonîstan berdewam dikin. Projeyên bi vî rengê yên çêkirî tenê hewldaneke ku ji raya giştî ya cîhanê re piştgirîya ku Amrîka dide sîyonîstên ku êrîşê gelê Gazeyê dikin e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.