NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎM-DER: WEK ÇALAKÎ JI BO HEFTEYEKÊ EM BETON NARJÎNIN

Komeleya Karkerên Înşaatê ya Amedê (DÎM-DER) li ser bihabûna bê kontrol ya di înşaetê de, civîna çapemenîyê li dar xist.

DÎM-DER: WEK ÇALAKÎ JI BO HEFTEYEKÊ EM BETON NARJÎNIN

Komeleya Karkerên Înşaatê ya Amedê (DÎM-DER) li ser bihabûna bê kontrol ya di înşaetê de, civîna çapemenîyê li dar xist.

Di civîna ku bi beşdarîya mutehîdên înşaetê yên li Amedê hat lidarxistin de, Serokê DÎM-DER'ê Azîz Elaldî, "Rêvebirên herêmê yên banka, teftîşa avahîyan û şîrketên betonê" rexne kir. Elaldî bal kişande ser wê yekê ku wekî nûnerên sektora avahîsazîyê ji alîyê bankayan ve rastî astengîyên cidî tên û tekez kir ku, rêveberên bankên herêmê cudakarîyên herêmê dikin.

Elaldî got, "Rêveberîyên herêmê li vir cudakarîya neyînî ya giran dikin” û wiha pê de çû, “Eger van hevalan helwestên xwe nenirxînin, em ê nêzîkatîya wan a li vê herêmê weke nêzîkatîyeke nîjadperest binirxînin. Muxatabê van gotinan xwe pir baş nas dike. Ger di vê wateyê de gav paşde neavêjin, em ê weke 'ew midûrîyetên herêmê' li pêşberî çapemenîyê xwe eşkere bikin." Elaldî bal kişand ser Kontrola Avahîyan ku girêdayî Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ye, Îzmîr û Amedê dan ber hev.

Elaldî bal kişande ser bihayên xanîyan yên li her du bajaran û wiha got, “Em ji nêzîkatî û helwestên tolhildêr ên fîrmayên Teftîşa Avahîyan li hember hilberînerên herêmê aciz in. Tiştên ku divîyabû pir hêsan bûna, bi wan helwestên tolhildanê têne qut kirin, û bihayê wan jî di astek zêde de ne. Di destpêkê de daxwaza me ya herî girîng di vê warê de cûdahîya biha û erzanîyê ya navbera herêman e. Bihayê avahîyeke li Îzmîrê bi 30 mîlyonî tê firotin û ya li Amedê bi 3- 4 mîlyonî tê firotin ji her awayê ve qasê hev in. Divê ev yek gavek berê gavekê were çareserkirin.”

Elaldî dîyar kir ku hêza wan a li hemberê fersendîxwazan nema ye û  wiha axiv, “Gilîyên me yên cidî li ser şîrketên beton hene. Em her roj bi buhabûnê re rû bi rû ne, em bi buhabûnê ketin sala nû. Şîrketên betonê tevî ku erzanî hebû jî ji bo gaza xwezayî, ceyran erzan nekirin. Em şîrketên xwe yên betocnê hişyar dikin, ger ku van meşîyan paşve negirin, em ê hefteyekê çalakîya betonê nerijînin. Ger ev encam nebin, em ê bi 300 endamên xwe re bibin yek û şîrketa xwe ya betonê ava bikin û ji endamên xwe re bê fêde betonê birijînin. Bila me nehêlin van tiştan bikin, her kes nanê xwe bixwe, bila her kes karê xwe bike, eleqeya me bi tu kesî re nîne, lê eger zorê bidin me, em ê tedbîrên xwe bigirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.