NÛÇEYÊN KURDÎ

LÎMAK HOLDING ÇÊKIRINA NEXWEŞXANEYA BAJARÊ AMEDÊ RAWESTAND! DAXWAZA ZÊDEKIRINA BÎHAYÊ ÎHALEYÊ HAT KIRIN

Lîmak Holdînga ku li Amedê çêkirina nexweşxaneya bajêr rawestand, ji ber krîza aborî xwest ku bihayê îhaleyê bê zêdekirin.

LÎMAK HOLDING ÇÊKIRINA NEXWEŞXANEYA BAJARÊ AMEDÊ RAWESTAND! DAXWAZA ZÊDEKIRINA BÎHAYÊ ÎHALEYÊ HAT KIRIN

Lîmak Holdînga ku li Amedê çêkirina nexweşxaneya bajêr rawestand, ji ber krîza aborî xwest ku bihayê îhaleyê bê zêdekirin. Çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Kayapinarê ku dihat plankirin, ji ber krîza aborî hat rawestandin. Li ser qadeke 493 donimî dest bi çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Kayapinarê hatîbû kirin û nexweşxane bi Mîlyarek 93 Mîlyon û 312 Hezar TL hatîbû îhalekirin. Xwedîye Lîmak Holdîng û Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê  (TFF) Nîhat Ozdemîr dîyarkirin ku, di navbera roja îhaleyê û dema derbasbûyî de, ji ber buhabûna enflasyonê û zêdebûna diwîzê divê îhaleyê ji nû ve bê sererastkirin lewma jî kar hatiye sistkirin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendurîstî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxê Amedê Şîyar Guldîken, dîyarkir ku nexweşxaneyên bajêr, ne ji bo xizmeta tenduristîyê, ji bo xizmeta rantê tên avakirin. Guldîken rawestandina înşaetê bi van gotinan nirxand: "Ev guherandina aborîyê qezenca wan kêm kir lewma wan bêtir pere dixwazin"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.