NÛÇEYÊN KURDÎ

PROF. DR. GORUR, ERDHÊJÊN KU LI 3 BAJARAN ÇÊBÛN NIRXAND

Zanyarê Erdhêjê Prof. Dr. Nacî Gorur, derbarê erdhêjên li Amedê û herêmê çêbûn de şîrove kir û got "ev pir xwezayî" ne.

PROF. DR. GORUR, ERDHÊJÊN KU LI 3 BAJARAN ÇÊBÛN NIRXAND

Zanyarê Erdhêjê Prof. Dr. Nacî Gorur, derbarê erdhêjên li Amedê û herêmê çêbûn de şîrove kir û got "ev pir xwezayî" ne.

Piştê erdhêja ku do demjimêr 15.25’an de li navçeya Hênê ya Amedê bi lerza 4.2, li Antalyayê 4.5 û li Meletîyê jî bi lerza 5.3’an erdhêj çêbûn.

Prof. Dr. Gorur, beşdarê bernameya Televîzyonekê bû derbarê erdhêjê de got, “Min berê jî gotibû ku eger li vê herêmê erdhejên bi vê rengê çêbibin, em matmayî namînin. Ew pir xwezayî ye.”

Görür dîyar kir ku sedema erdhêjên ku van rojan pir tên dîtin, erdhêja 6ê Sibatê ye û wiha got, "Dibe ku li herêma ku xeta Rojhilatê Anadoluyê lê ye, di navbera Hewza Edene, Qeyserî, Semsûr û Colemêrgê de hin tevger çêbibin.

Em nabêjin wê erdhejên bi vê mezinbûnê çêbibin, em hişyarîyê didin. Ji ber erdhêjên Mereşê bi salan e me hişyarî da û encama wê jî dît.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.