NÛÇEYÊN KURDÎ

DÊRA KU 7 SAL E GIRTÎ BÛ WÊ 7'Ê GULANÊ BÊ VEKIRIN

Dêra Ermenîyan a Surp Giragos a li Navçeya Sûrê ya Amedê, piştê 7 salan wê bi merasîmeke fermî vebe.

DÊRA KU 7 SAL E GIRTÎ BÛ WÊ 7'Ê GULANÊ BÊ VEKIRIN

Dêra Ermenîyan a Surp Giragos a li Navçeya Sûrê ya Amedê, piştê 7 salan wê bi merasîmeke fermî vebe. Di 8'ê Gulanê de bi beşdarîya Patrîkê Ermeniyên Tirkîyeyê Sahak Maşalyan, piştê 7 salan wê li dêrê ayîna yekemîn bê kirin. Endamê Lijneya Weqfa Dêra Ermenîyan Ohannes Gafur Ohanyan jî dîyarkir ku, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wezîran re jî bang kirine ku tevlê merasîma vekirinê bibin û li benda bersivê ne. Ohanyan bi bîr xist ku 7 sal in li dêrê merasîm nayê kirin û wiha got: “Ji niha û pê ve wê dêra me aktîf bibe û me ji rayedaran daxwaza alimê olê kirîye." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.