NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSÎAD KAMPANYAYA “JI KIRÊYA ZÊDE RE NA” DAN DEST PÊ KIRIN

Piştê erdhejê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê (DÎSÎAD) bi taybetî li dijî kesên ku bi şansên rantê re mijûl dibin kampanyaya "Ji kirêya zêde re na" dan destpêkirin.

Serokê DÎSÎADê Nurullah Edemen diyar kir ku ji roja ewil a erdheja li Amedê û vir ve bi platforma parastin û piştevaniyê ya bajêr re xebateke xurt dimeşînin û hewl didin ku pirsgirêkên kesên di şert û mercên zehmet de ne, çareser bikin û wiha got, “Hin kes dixwazin xelkê me bişêlînin. Ji kesên ku muhtacê xaniyekê ne, daxwaza kirêya giran dikin, em vê yekê dibihîzin, carinan jî dibin şahid û mudaxele dikin. Lêbelê, em dixwazim bangek giştî bikim; ‘Wê ev roj derbas bibin, yên ku di rojên wiha de talan û şêlan li gel kirine, nayên jibîrkirin. Di vê mijarê de me dest bi xebatê kir, kesên ku di warên din de li rantê digerin û di nav wan de kirê jî hene, wê bên tespîtkirin û deşîfrekirin." Edemen bang li welatiyan kir ku destekê bidin kampanyaya "Ji kirêya zêde re na" ya ku dane destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.