NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO LI FÛARA TÛRÎZMÊ YA ÎZMÎRÊ BAJARÊ AMED DANASÎN

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê beşdarê 16emîn Fûara Turîzmê ya li Îzmirê bû.

DTSO LI FÛARA TÛRÎZMÊ YA ÎZMÎRÊ BAJARÊ AMED DANASÎN

Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê beşdarê 16emîn Fûara Turîzmê ya li Îzmirê bû.

Li Fûara Tûrîzmê ku pisporên tûrîzmê yên ji çar alîyên cîhanê hatin cem hev de nirxên dîrokî û çandî yên Amedê bi dinyayê danasîn.  Serokê Odeya Bazirganîyê ya Amedê Mehmet Kaya, rêveberên Odeya Bazirganîyê ya Amedê û endamên Meclîsê bi heyeteke 40 kesî beşdarê Fîara Îzmîrê bûn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer standa Odeya Bazirganîyê ya Amedê zîyaret kir. Di fuarê de li ser navê Odeya Bazirganîyê ya Amedê Mehmet Kaya axivî u wiha got, “Gelek kes beşdarê fûarê bûn e. Ji beşa gastronomî heta bi muzîkê xwedîyên resen û axaftvanên rastî yên bajarê xwe anîn standa xwe. Me hunermendên xwe yên li Amed karê xwe gelekî xweş bi rêvedibin anîn. Em gelê xwe yên li Îzmîrê ji bo çanda xwe nîşan bidin vedixwînin standa xwe.” Li standa Odeya Bazirganîyê ya Amedê koma MA ya Muzîkê bi awazên xwe yên Kurdî fûar xweş û geş kir.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.