NÛÇEYÊN KURDÎ

DI RAPORA BANKEYA NAVENDÎ DE BIHAYÊN XUREKAN DERKET PÊŞ

Di rapora meha Mijdarê ya "Geşedanên Bihayê Mehane" ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) de hat destnîşankirin ku di koma xurekê de geşedanên bihayan derketiye pêş.

Bankeya Navendî ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) tekezî li ser wê yekê kir ku enflasyona salane ya kelûpelên bingehîn di hemî jêr-koman de kêm bûye, Bankeya Navendî ya Komara Tirkîyeyê (TCMB)  dîyar kir ku enflasyona salane ya enerjîyê ji ber bandora guhertinê kêm bûye, û zêdebûna mehane di vê komê de bi hindikayê be jî erzanî pêkhatîye. Di raporê de hat gotin, "Ji bilî bilindbûna enflasyona salane ya xurekê, bihayê şîr û amûrên şîr jî zêde bû, lê zêdebûna ku li tevahîya komê belav bûye berdewam kir. Di vê serdemê de, enflasyona salane ya di koma xizmetguzarîyê de ya wek di kirê û ragihandinê de zêde bû. Her wiha Elektrîk, hilberîna gaza siruştî û her wiha enflasyona hilberîner a nefta rafînerê ya salane bi sedema kêmbûna bihayê berheman û pîşesaziya metalên bingehîn kêm bûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.