NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ AVAHÎYA ÎYÎ PARTÎ YA STENBOLÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ

Li dijî avahîya Serokatîya ÎYÎ Partîyê ya Stenbolê, ji alîyê kes an jî kesên nenas ve êrîşa çekdarî hat kirin.

LI DIJÎ AVAHÎYA ÎYÎ PARTÎ YA STENBOLÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ

Li dijî avahîya Serokatîya ÎYÎ Partîyê ya Stenbolê, ji alîyê kes an jî kesên nenas ve êrîşa çekdarî hat kirin.

Di daxuyanîya Serokatîya Stenbolê ya ÎYÎ Partîyê de wiha hat gotin: “Di saetên sibê de êrîşek pêk hat.

Dema em hatin ber avahîya bajêr me dît ku gule li camê ketîye. Gule di camêre çûye li kursîyekê ketîye û di kursîyê de asê bûye. Polês lêkolîn dike.”

Li alîyê din Meral Akşenera ku li ber Serokatîya bajêr daxuyanî da, bal kişand ser Serokomar Erdogan û wiha got, "Em natirsin birêz Recep. Gef li min xwarin, îro jî avahîya bajêr ya partîya me hat gulebarankirin.”

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî derbarê mijarê wiha got, "Êrîşa ku li Avahîya avahîya bajêr ya ÎYÎ partîyê hatîye kirin provokasyonek e. Polîsên me ji bo ronîkirina bûyerê lêkolînê dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.