GÜNDEM

GOKÇEN: HIKÛMET BIME HENEKÊ XWE DIKE

Ji parvekirina Wezîrê Hawirdor û Bajarvanîyê Murat Kurum ku di vîdeoyê de tê gotin “bila xwendevan ji xwe re xanî bistîne” re Alîkara Serokê Giştî yê Polîtîkayên Ciwanan a CHPê Gokçe Gokçen bertek nîşan da.

Gokçen di daxuyanîya xwe de wiha got; “Wezareta Hawirdor û Bajarvanîyê îro bi zelalî ji xwendekarê re dibêje 'Eger tu xanîyek ji bo kirê nedî, xanîyek bikire'. Ev dema ku em tê de ne, ciwanan nikarin wargehek peyda bikin, bi kedeke mezin li xanîyên kire digerin û metirsîyek li ser wan e ku heke xanî bi dest nexin ew ê nikaribin herin zanîngeha xwe. Ji ber vê min jî merak kir û vîdoyê temaşe kir. Divê em heqê hikûmetê bidine wî ku ew her gav dikare kirinên hîn xirabtir pêk bîne. Ev wek meseleya ‘eger nan nabînin bila kex bixwin’ e. Ciwan nikarin bilêta otobusê bikire û here malbata xwe bibîne, ew jî dibên bila xanî bikire. Wana bime henekê xwe dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.