NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊ PEYARÊ WEK CÎHÊ FIROŞGEHAN TÊN BIKARANÎN

Firoşgehên li navçeya Sûrê ya Amedê ku hatibûn hilweşandin û ji nû ve hatibûn lêkirin, ji xwedîyê dikanan hatin girtin, bi îhaleyan dan fîrmayên mezin, peyarêyan dagir dikin.

Şaredarîya Mezin a Amedê ku di bin rêveberîya qeyûmê de ye, hat îdîakirin ku ev nêzê 2 mehan e ji firoşgehên ku peyarêyan dagir dikin re deng nakin. Îhaleyên ku hatin vekirin ji çapemenî û xwedîyên dikanan veşartî hate kirin û piştê îhaleyê derket holê ku fîrmayên mezin dikanên li Sûrê kirê kirine. Ev nêzî du mehan e xwedîyên dikanan dest bi kar kirine, li ser peyarêyan mase û rûniştekan datînin û qada firoşgehên xwe bi peyarêyan fireh dikin. Şaredarîya Sûrê û Şaredarîya Mezin a Amedê li hemberê vê rewşê bertek nîşan nade û tiştek nake. Ev rewş welatîyan mecbûr dihêle ku ji ser rê bimeşin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.