NÛÇEYÊN KURDÎ

DEXÎL: BETALKIRINA LÊPIRSÎNA EWLEHÎYÊ WÊ BIBE SEDEMA FELAKETÊ

Li Iraqê pêvajoyên "lêpirsîna ewlehiyê ya berfireh" ya li herêmên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin nehatin rawestandin, bû sedema bertekan.

DEXÎL: BETALKIRINA LÊPIRSÎNA EWLEHÎYÊ WÊ BIBE SEDEMA FELAKETÊ

Li Iraqê pêvajoyên "lêpirsîna ewlehiyê ya berfireh" ya li herêmên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin nehatin rawestandin, bû sedema bertekan. Hat diyarkirin ku ev rewş wê bibe sedema felaketên mezin. Parlamentera Partiya Demokrata Kurdîstanê (PDK) ya Şengalê Vîyan Dexîl bertek nîşanê biryara hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatîya Mihemed Şîya El-Sûdanî ya ji bo rawestandina lêkolînên berfireh ên ewlehîyê li bajarên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin da, û tekez kir ku biryara wî wê bibe sedema karesateke mezin. Dexil wiha got; “Lêpirsîna ewlehiyê pir girîng e. Li hemû welatên cîhanê pêkanînên wiha hene. Her wiha, li Iraqeke ku teror lê zêde ye, çawa dikare ev biryar were betalkirin? Ger hûn lêpirsîna ewlekarî ya berfireh betal bikin, hûn ê vê yekê çawa ji bi hezaran Êzidîyên mexdûrên terorê re îzah û rave bikin?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.