NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSK’Ê ÇELENK DANÎ LI BER BÎRDARÎYA TAKSÎMÊ

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji ber 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li ber Bîrdarîya Komarê ya li Qada Taksîmê çelenk danî.

DÎSK’Ê ÇELENK DANÎ LI BER BÎRDARÎYA TAKSÎMÊ

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji ber 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li ber Bîrdarîya Komarê ya li Qada Taksîmê çelenk danî.

Walîtîya Stenbolê tevî ku îsal pîrozbahîyên li Taksîmê qedexe kiribûn jî, destûr da ku nûnerên sendîkayan çeleng deynin ber bîrdarîyê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû piştê çeleng danîn daxuyanî da.

Çerkezoglû wiha got, “Îro roja yekitîya navneteweyî, têkoşîn û hevgirtina karkeran e. Em li qadan li hev dicivin û nerazîbûnên xwe yên li hemberê vê pergalê, vê nîzamê tînin ziman û armancên xwe û xeyalên xwe yên pêşerojê radighînin. Em îro wek Desteya Rêveber a DÎSK'ê hatin vir, me çelenga xwe danî. Me 2 roj berê jî bîranînên xwe pêk anî. Niha jî em ê ji vir derbasî Qada Maltepe bibin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.