NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSK-AR: BI GIŞTÎ HEJMARA BÊKARAN JI 7,7 MÎLYONÎ DERBAS BÛ

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkîyeyê (DÎSK-AR) Rapora Bêkarî û îstîhdamê ya çaryeka sêyemîn a sala 2022’an eşkere kir.

DÎSK-AR: BI GIŞTÎ HEJMARA BÊKARAN JI 7,7 MÎLYONÎ DERBAS BÛ

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkîyeyê (DÎSK-AR) Rapora Bêkarî û îstîhdamê ya çaryeka sêyemîn a sala 2022’an eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji 64,7 mîlyon mirovên di temenê kar de tenê 21,8 mîlyon di karên fermî û tam-dem de dixedibitin. Zêdebûna bêkarîya ciwanan giha ji sedî 36,6, bêkarîya jinên ciwan jî gihaşt ji sedî 48,4. Li gorî raporê, di çaryeka sêyemîn de bêkarî ji sedî 8,7 û ji bo jinan ji sedî 12,8 e. Her wiha bi giştî hejmara bêkaran ji 7,7 mîlyonî derbas bû. Di raporê de destnîşankirin ku ji her 100 jinan tenê 18 kes qeydkirî ne û bi di karê tam-den de dixebitin. Di raporê de hat eşkerekirin ku ferqa navbera DÎSK-Arê ji ya TUÎKê ev e ku TUÎK li ser xwezaya îstîhdamê agahî nade."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.