GÜNDEM

LI DIJÎ MÛAMELEYA XERAB A KU BERBER LI ŞAGIRTÊ XWE DIKIR BERTEK!

Li Îdîrê li dijî berberê ku li ser şagirtên xwe mûmameleya xerab disepand bertek û nerazîbûn hatin nîşan dan.

LI DIJÎ MÛAMELEYA XERAB A KU BERBER LI ŞAGIRTÊ XWE DIKIR BERTEK!

Li Îdîrê li dijî berberê ku li ser şagirtên xwe mûmameleya xerab disepand bertek û nerazîbûn hatin nîşan dan.

Bûyer li navçeya Bağlar a Îdîrê di berberxaneyekê de pêk hat û dîmenên wê li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Xwedîyê berberxaneyê Ferdî Doner,  di destê wî ço, bi şagirtên xwe şinavan pê dide kişandin. Doner ê ku bi vê yekê jî nehat ser, şagirtên ku nîvê wan tazî bûn bi eredê pêdan kaşkirin.

Doner bang kir û got, "Ji niha û pê ve ezê kesên ku guh nadin hostayê xwe û bêhurmetîyê bike ez ê wan efwû nekim."

Li ser vê yekê ji gelek alîyan ve bertek û nerazîbûn hatin nîşandan. Xwedîyê berberxaneyê Ferdî Doner, piştê dîmen derketin holê wiha axivî: "Me henek bi hevalên xwe kir. Em her tim dikenin, kêf dikin û dixebitin. Mişterîyê me yê ku wêne kişandîye wek henekekê kirîye. Ez qet nedifikirîbûm ku ez ê di vê rewşê de bim, ez xemgîn im." Derbarê xwedîyê berberxaneyê de lêpirsîn hatîye destpê kirin a na de jî ti agahî nehatin parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.