NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎYANET: ÎSAL REMEZAN WÊ 29 ROJ BE

Serokatîya Karûbarên Dîyanetê ragihand ku wê îsal Remezan 29 roj be.

DÎYANET: ÎSAL REMEZAN WÊ 29 ROJ BE

Serokatîya Karûbarên Dîyanetê ragihand ku wê îsal Remezan 29 roj be.

Endamê Lijneya Bilind a Karên Olî ya Serokatîya Karên Dîyanetê Îdrîs Bozkurt, dîyar kir ku li gor salnameya heyvê heyama ku hîv li dora dinyayê dizivire 29 roj û çend saet e. Bozkurt wiha got, “Ji ber ku bi qasê dema dinya li dora xwe dizîvire meha Remezanê carna 29 û carna jî 30 roj berdewam dike. Îsal jî wê meha Remezanê 29 roj be. Tê hêvî kirin ku wê heyv roja 23ye Adarê xuya bibe.”

Îsal nimêha teravîhê ya ewil di şeva 22yê Adarê de wê bê kirin. Şeva Qedrê jî wê di 17ê Nîsanê de be. Her wiha Cejna Remezanê jî wê di 21ê Nîsanê de dest pê bike. Lijneya Bilind a Karên Dîyanetê, mîqdara fitreya îsal wek 70 lîre dîyar kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.