NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎYARBEKÎRSPOR: YÊN KU BÛNE SEDEM BILA BÊN CEZAKIRIN

Dîyarbekîrspor derbarê êrîşên futbolîstên Bursasporê yên li hember lîstikvanên Dîyarbekîrsporê û tîma teknîkî ya di maça Bursaspor-Dîyarbekîrsporê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

DÎYARBEKÎRSPOR: YÊN KU BÛNE SEDEM BILA BÊN CEZAKIRIN

 

Dîyarbekîrspor da zanîn ku futbolîstên wan ên birîndar tên dermankirin û got, tiştên ku qewimîne wijdan bi giranî birîndar kirîye û daxwazkir ku kesên ku bûne sedema bûyeran bên cezakirin.

Dîyarbekîrspor bal kişand ser wê yekê ku tevê provokasyonê jî ew ê dev ji aqil û sekna xwe bernedin û wiha got, "Yên ku ev bûyerên giran pêk anîne futbolîstên Bursasporê yên ku para wan ji exlaq û mirovatîyê ya werzîşê tine û provokatorên ku dişibin alîgirên ku piştgirîyê didin wan in."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.