NÛÇEYÊN KURDÎ

AMRÎKA Û ÎNGÎLÎSTAN LI YEMENÊ ÊRÎŞÊ ENÎYÊN HÛSÎYAN KIR

Biden: "bi talîmata min hêzên leşkerî yên Amrîkayê êrîşê hin hedefên Hûsî kirin."

AMRÎKA Û ÎNGÎLÎSTAN LI YEMENÊ ÊRÎŞÊ ENÎYÊN HÛSÎYAN KIR

Amrîka û Îngîlîstan, li Yemenê li dijî hedefên Hûsîyan êrîşeke bejahî û deryayî pêk anîn.

 

Li bajarên Sana, Hudeyde û Taîzê yên Yemenê dengê teqînan hat.

 

Serokê Amerîkayê Joe Biden wiha daxuyand, "Îro bi talîmata min hêzên leşkerî yên Amrîkayê bi Îngîlîstan û bi piştgirîya Awûstralya, Behreyn, Kanada û Hollandayê li Yemenê êrîşê hin hedefên serhildêrên Hûsî kirin.

 

Biden her wiha dîyar kir ku ev êrîş berteka rasterast a kiryarên Hûsîyan a li Behra Sor e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.