NÛÇEYÊN KURDÎ

DADGEHÊ DOZA JI BO EŞKEREKIRINA CÎHÊ GORA ŞÊX SEÎD RED KIR

Baroya Amedê, Komeleya Perwerde Çand û Piştevanîyê ya Şêx Seîd û nevî û vasîyê Şêx Seîd ê bi navê Kasim Firat, ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925’an de hatine bidarvekirin, serî li Wezareta Karên Hundir dabûn.

Lê belê Wezareta Karên Hundir di nava 30 rojên yasayî de tu bersiv nedabûn. Dozdanan jî ev yek weke bi awayekî neyekser redkirina serlêdanê nirxandin û li ser vê yekê serî li 5’emîn dadgeha Kargêrîyê ya Enqereyê dan.

Baroya Amedê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “Me, Komeleya Şêx Seîd û endamên malbatê ji bo tespîtkirina cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî, li dijî Wezareta Karên Hundir li 5’emîn Dadgeha Kargêrîyê ya Enqereyê doz vekiribû.

Dadgehê di vê mijarê de biryara xwe da. Dadgehê bêyî lêkolînên pêwîst, li ser nivîsên weke bersiv ên Wezareta karên Hundir ku digot ‘agahî û belge tune ne’, biryara redkirina doza me da. Em ê li dijî vê biryarê serî li dadgeha îstînafê bidin û pêvajoya hiqûqî jinêzve bişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.