NÛÇEYÊN KURDÎ

DADGEHA ZAROKAN, BIRYARA AYM’Ê RED KIR

Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê, digel biryara AYM’ê ya binpêkirinê daye jî, dadgehê daxwaza darizandina ji nû ve ya H.Z. red kir.

DADGEHA ZAROKAN, BIRYARA AYM’Ê RED KIR

Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê, digel biryara AYM’ê ya binpêkirinê daye jî, dadgehê daxwaza darizandina ji nû ve ya H.Z. red kir.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerê H.Z., Mehdî Ozdemîr vê doza ku ji sala 2008’an hatîye vekirin û di 2017’an de bi encam bûye û cezayê derbarê miwekîlê wî de xera bûye, daxwaza ji nû ve darizandinê kir.

Ozdemîr serî li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê ku darizandinê pêk anîye da û xwest darizandin ji nû ve bê kirin. Dadgehê daxwaza Ozdemîr red kir.

Di hinceta redkirina serlêdanê de hatîye gotin, “pêwîste hukmekî teqezkirî hebe” û lewma îdia hat kirin ku darizandina ji nû ve nabe mijar. Ozdemîr dîyar kir ku ew ê îtîrazî biryara redkirina ji nû ve darizandinê bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.