NÛÇEYÊN KURDÎ

DAVUTOGLU GILÎYA XWE YA LI DIJÎ DEMÎRTAŞ DEV JÊ BERDA

Serokê Giştî yê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu gilîya xwe ya li dijî Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, devjê berda.

DAVUTOGLU GILÎYA XWE YA LI DIJÎ DEMÎRTAŞ DEV JÊ BERDA

Demîrtaş ku ji Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu re ji ber di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de kesên di jêrzemînan de bi şewitandinê hatibûn kuştin, ji Davutoglu re gotibû “kujerê zarokan” rûniştina doza wî îro jî dewam kir. Rûniştina doza bi hinceta Demîrtaş heqaret li Davutoglu kiriye li 47'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Demirtaş beşdarê danişînê nebû, parêzerê wî Firat Epözdemir amade bû. Di rûniştina ku piştê tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir de heyeta dadgehê parve kir ku Davutoglu daxwazname pêşkêşê dosyayê kirîye û dev ji gilîyê xwe berdaye. Dadgehê biryar da ku li benda biryara dadgehê ya derbarê daxwaza yekkirina dosyayên ji bo heqaretkirina Demîrtaş berdewam dike de bimîne û danişîna din, taloqê 23ê Sibata 2023an kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.