NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYA HEVPAR A SAZÎYÊN CIVAKÎ: DEV JI ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN BERDIN

Sazîyên Civakî yên Amedê di derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de, li ber edlîyeyê daxuyanîyeke hevpar dan.

DAXUYANÎYA HEVPAR A SAZÎYÊN CIVAKÎ: DEV JI ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN BERDIN

Sazîyên Civakî yên Amedê di derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de, li ber edlîyeyê daxuyanîyeke hevpar dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, bi sernavê "Em jiyanê û rûmeta mirovahîyê diparêzin." daxuyanîyeke hevpar da. Zeytûn wiha got; “Divê girtîgehên li Tirkîyeyê heta ku dibe, li gor pîvanên mafên mirovan û navneteweyî bên çêkirin. Li ser kesê girtî nabe ku ‘rêveberîya hovane, nemirovî, biçûkxistinê’ bê kirin.” Zeytun, anî ziman ku divê dev ji îşkence û miameleyên xerab ên li girtîgehan berdin û wiha berdewamkir, “Di derheqa rayedarên ku kiryarên derqanûnî dikin, divê mekanîzmayên lêpirsînê yên bi bandor bên meşandin. Em hemû sazî dîyardikin ku em ê van binpêkirinan bişopînin û bang li her kesê dikin ku di zûtirîn demê de dawî li binpêkirina mafan bînin.” Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.