NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYA YEKEM DERBARÊ AZADKIRINA SAMAST A KUJERÊ HRANT DÎNK

Wezareta Dadê derbarê Ogûn Samast ê ku di sala 2007an de Rêvebirê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk kuştibû û piştê 16 salan bi hinceta ‘halê baş’ serbest hat berdan de daxuyanî da.

Di daxuyanîya Wezareta Dadê de wiha hat gotin: "Di encama rûniştina dozê ya li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Stenbolê de ji bo Ogûn Samast bi hinceta kuştina bi zanebûn cezayê muebbetê yê giran hatibû birrîn, lê ji ber temenê wî biçûk bû, sinorê jêrîn ê cezayê girtîgehê ku 18 sal bû jê hat dûrxistin û 21 sal û 6 meh hate dîyarkirin.

Di nirxandinên ku di 19.01.2023 û 13.07.2023an de derbarê mehkûm Ogûn Samast de hatin kirin de, biryar hat dayîn ku ew ji bo serbestberdana bi şert ne guncaw e û di 15.11.2023 de serbestberdana wî ya bi şert pêk hat. Di vê pêvajoyê de ji sala 2015'an û vir ve daxwazê mehkûm Ogûn Samast a ku 5 caran sewqê sazîya cezayê ya vekirî û 2 caran jî daxwaza wî ya serbest berdana bi şert û merc nehate pejirandin.

Di vê çarçoveyê de ji rêziknameyên înfazê yên bi zagona bi hejmara 7456’an hatîye çêkirin ne pêkan e ku sûdê werbigire. Ceza li gor hikmên giştî yên zagona jimare 5275 hatîye înfazkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.