NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SIWAREYEK QELIBÎ KÊLEKA RÊ! 5 BIRÎNDAR

Li Amedê di encama gêrbûna siwareyê de 5 kes birîndar bûn.

LI AMEDÊ SIWAREYEK QELIBÎ KÊLEKA RÊ! 5 BIRÎNDAR

Li Amedê di encama gêrbûna siwareyê de 5 kes birîndar bûn.

Qeza duh bi şev li nêzê gundê Îngîcî ya navçeya Sûrê ya li ser rêya Amed-Mêrdînê ye pêk hat. Li gor agahîya ku hat bidestxistin, siwareya ku A.A. diajot, ji ber windakirina kontrola dîreksîyonê ji rê derket û qelibî kêleka rê.

Di qezayê de ajokar û 4 kesên di siwareyê de bûn birîndar bûn. Piştê ku kesên derdor ragihandin, tîmên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê qezayê kirin. 5 birîndarên ku yek jê giran e ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.