NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ TEQÎNA KU TÊ DE 5 KARMEND MIRIBÛN DE 3 KES HATIN GIRTIN

Ji 7 gumanbarên ku derbarê teqîna li Fabrîqeya Roket û Teqemenîyan a MKE ya li Enqereyê ku 5 karkeran tê de jîyana xwe ji dest dabûn de, 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Elmadag a Enqereyê di 10ê Hezîranê de li beşa hilberînê ya fabrîqeya roket û teqemenîyan a MKEyê teqînek pêk hatibû û di encama teqînê de 5 karkeran jîyana xwe ji dest dabûn.

Derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin. Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê derbarê mijarê da daxuyanî da û wiha got: “Di lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Elmadagê ve hatîye destpêkirin de, di çarçoveya delîlên hatin berhevkirin de 7 şikbar hatin binçavkirin.

Di encama jêpirsînên ku ji teref Dadwerîya Cezayê Sulhê ve sewqê dadgehê hatin kirin de 3 gumanbarên ku ji sûcê "ji ber îhmalkarîyê bûye sedema mirina ji kesekî zêdetir" hatin girtin.

3 şikbar bi şertê kontrola edlî û kesek jî bê şert bi tevahî 4 kes serst hatin berdan. Lêpirsîn ji hemû alîyan ve berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.